Li Tirkiyê proseya aştiyê girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê ye

Li Bakurê Kurdistanê beramberî berdewamiya şer, ji aliyê hinek sazî û dezgehan ve daxwaza destpêkirina proseya aştiyê tê kirin. Lê belê li gor pisporan, PKK û hikûmet Tirkiyê ji hev bawer nakin, loma di demek nêz de destpêkirina proseya aştiyê zehmet e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ab99ecbb-0aca-4462-a667-246e18c52e23/Proseya%20A%C5%9Ftiy%C3%AA%20Li%20Tirkiy%C3%AA.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Bakurê Kurdistanê beramberî berdewamiya şer, ji aliyê hinek sazî û dezgehan ve daxwaza destpêkirina proseya aştiyê tê kirin. Lê belê li gor pisporan, PKK û hikûmet Tirkiyê ji hev bawer nakin, loma di demek nêz de destpêkirina proseya aştiyê zehmet e.

Beramberî berdewamiya şerê navbera Tirkiye û PKKê, ku tê de bi hezaran kes canê xwe ji dest dane, hêvî û daxwazên bo bidawîbûna pevçûnan jî zêdetir dibin. Lê li gor pisporan heta ku rewşa Rojavayê Kurdistanê diyar nebe, li Tirkiyê destpêkirina proseya aştiyê pêkan nîn e.

Li gorî şêwirmendê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu Etyen Mahçupyan heta dawiya îsal dê pevçûn berdewam bin. Mahçupyan dibêje: “Sedema sereke ya pevçûnan rewşa li bakurê Sûriyê ye. Li wir, heta ku rewşa PYD'ê zelaltir nebe, bidawîbûna pevçûnên li Tirkiyê jî pir zehmet e. Piştî hilbijartinên li Amerîkayê, serokê nû dê çibike? Rûsya û Îran dê çi bike, hevsengiyeke dê çawa rû bide? Eger bersiva van pirsan diyar bibe, PKK jî hikûmeta Tirkiyê jî dê li gor wê helwesta xwe eşkere bikin. Pİştî vê encaq proseyekê dê çê bibe.”

Li gor encamên hinek rapirsiyan piştevaniya bo proseya aştiyê ji sedî 80ê daketiye heya ji sedî 30'ê. Mahçûpyan got; encamên rapirsiyan ne rast e, bo destpêkirina şer rapirsiyên wiha wek hincet tê nîşandan.

Rojnameger Yıldıray Ogurê ku dema proseya aştiyê di nav koma mirovên aqilmend de bû wek Mahçupyan nafikire û dibêje: “Li gor proseya aştiyê diviyabû PKKê dest ji çekan berde. Hikûmet ji bo vê hemû gavên pêwîst avêtin, qanûnan guhertin, rêya siyasetê heta hetayê vekir. HDP wek partiyeke meşrû xwe nîşan da. Lê PKK destkeftiyên Kurdên li Tirkiyê, seba Rojavayê xwar. Dîtin ku PKK dest ji çekan bernade hingê piştevaniya bo proseya aştiyê kêm bû. Tedbîrên ewlekariyê derketin pêş.

Li gor Ogur, eger PKKê hêzên xwe yên çekdar vekêşîne dersînor, dê proseya aştiyê dest pê bike. Lê belê beriya her tiştî divê bo proseya aştiyê divê civat baweriya xwe pê bîne.