Li Mehserta Mêrdînê teqîn: 2 kuştî û 4 birîndar

Li navçeya Masertê ya Mêrdînê bi otombîleke bombebarkirî êrişî baregeheke leşkerên Tirkiyê hate kirin. 2 kes hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn.

K24 – Navneda Nûçeyan

Li navçeya Masertê ya Mêrdînê bi otombîleke bombebarkirî êrişî baregeheke leşkerên Tirkiyê hate kirin. 2 kes hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, bûyer demjimêr li derdorê 20.15ê çê bû. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, hin kesên nenas otombîleke bombebarkirî li nêzîkê qereqola leşkerî sekinandin û jê dûrketin û ji dûr ve teqandin. 2 kes hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn.

Piştî teqînê hejmareke ambulansan gihîştin cihê bûyerê.

Ji ber ku êrişkar were girtin hêzên ewlekariya Tirkiyê li derdora cihê bûyerê dest bi operasyonê kirin.

Ji ber êrişên bi wesayîtên bombebarkirî li derdora hemû baregehên leşkerî yên li bakurê Kurdistanê dîwarên beton û bilind hatin avakirin. Hat ragihandin ku ji ber van dîwaran bombeyê ziyaniyeke mezin negihandiye baregeha leşkerî.