Bo daxuyaniyên dewletê hevşaredarên DBPê li Diyarbekirê dicivin
K24 – Diyarbekir
Li ser daxuyaniyên rayadarên dewleta Tirkiyê yên li hemberî şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) hemû hevşaredarên DBPê dê sibe li Diyarbekirê bicivin û nexşerêyeke nû binirxînin.
DBPê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje; “Hevşaredar û xebatkarên me bi awayeke derhiquqî têne desteserkirin, hikumet bi awayeke keyfî bi ber me de tê, em ê li ser van bûyer û îdîayên bêbingeh yên li dijî şaredariyên me têne kirin nirxandinan bikin.”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) xwar û got şaredariyên DBPê pereyan ji PKKê re dişînin û ewê hesabê vê yekê bipirsin.
Li gorî daxuyaniya DBPê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratk (KCD) û hevşaredarên DBPê dê beşdarî civînê bibin.
Civîn dê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê saet li 10.00ê destpê bike.