Tirkiye 4hezar û 500 polîsan dişîne Bakûrê Kurdistanê
K24-Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê bi biryareke nû 4 hezar û 500 polîsên nû dişîne Bakûrê Kurdistanê.
Rêveberiya Ewlekariyê ya Tirkiyê lîsteya polîsên ku, tenê ji Stenbolê biçin Bakûrê Kurdistanê belav kir. Li gor vê yekê tenê ji Stenbolê wê 4 hezar û 500 polîs biçin Bakûr.
Herwiha li cihê wan jî wê 2 hezar û 100 polîsên erkê xwe yê neçarî yê li Bakûrê Kurdistanê qedandine û 900 polîsên nû mezûnbûne werin bi cih kirin.
Li gor biryarên Tirkiyê eger polîs, karmend, mamoste yan jî pijîjkek werin ceza kirin, weke ceza wan dişînin Bakûrê Kurdistanê û li wir ji bo demekê kar dikin.