Erdogan: Referandûm serdemek nû ye bo Britanya û YE yê

Erdogan da zanîn ku, wek hemû cihanê wan jî dixwest ku, encamê referandûmê erênî derkeve.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan derbararê referandûma Britanyayê de got, ew vê biryarê wek destpêka serdemek nû bo Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê dibîne.

duh êvarî li Stenbolê, Serokomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan beşdarî bernameya fitara Komeleya Hemû Karsaz û Pîşesazan bû, encamên referandûma Brîtanyayê nirxandin.

Erdogan da zanîn ku, wek hemû cihanê wan jî dixwest ku, encamê referandûmê erênî derkeve.

Erdogan da xuyakirin ku, Yekîtiya Ewropa, endamtiya Tirkiyê jî di nav de, gelek nirxên xwe binpê kirine, ev 53 sal in li ber deriyê radiwestînin.

Herwiha aşkeraye ku, ji ber Tirkiyê welatek misilman e nahêlin bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Erdogan amaje bi gotina , Serokwezîrê Brîtanyayê Deyvîd Kameron (David Cameron) kir ku, gotibû, Tirkiye heta 3 hezar salan bi vê halê nabe endamê Yekîtiya Ewropayê,  3 roj nekari ber xwe bide û têk çû.