Li Minbicê gundê El-Xetaf hate kontirolkirtin
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Leşkerî ya Minbicê di roja xwe ya 25an de di operasyona rizgarkirina wî bajarokî de bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî karîn gundê El-Xetaf ku, dikeve rojhelata Minbicê bi 1K.m.
Derbarê kontirolkirina wî gundî peyamnêrê Kurdistan24ê li derdora Minbicê ragehand ku, îro, Danê sibehê şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) karîn gundê El-Xetaf kontirolbikin.
Li gor zanyariyên Pemnêrê K24ê gundê El-Xetaf dikeve rojhelata Minbicî û bi yek M.m jê dûre. Da zanîn ku, filkeya El-Şerîa jî ji aliyê şervanên Kurd û Ereb ve hatiye kontirolkirin.
Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî ve hatibû ragehand.