Pîlotbîroya YNK: Divê madeya 140 li Kerkûkê cibicî bibe

Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de civîna xwe ya dawiyê de tekezî li ser pirsa referandûmê dike û amaje bi wê yekê ji dike, ku Kerkûk beşek e ji Kurdistanî ne û divê madeye 140 cibicî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de civîna xwe ya dawiyê de tekezî li ser pirsa referandûmê dike û amaje bi wê yekê ji dike, ku Kerkûk beşek e ji Kurdistanî ne û divê madeye 140 cibicî bibe.

Derbarê banga Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî derbarê referandûmê ku daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku, di zûtirîn dem de bicivin, bo diyarkirina gavên pêwîst ji bo referandûmê. Bi serpereştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê  Kusret Elî Pîlotbîroya YNKê li Silêmaniyê civîna xwe ya asayî lidar xist.

Pîlotbîroya YNKê di wê civînê de, tekezî li ser biryarên berê kir, ku referandûm mafê demokratîk yê gelê Kurdistanê ye, lê di vê rewşa siyasî ya Iraqê û nevçeyên Kurdistanê de, jib o ku ew referandûm yekdengiya gel û aliyên siyasî li ser hebe, di vê derbarê de YNKê biryara berpirsyarene da.

Derbarê pirsa Kerkûkê de, Pîlotbîroya YNKê tekezî li ser wê yekê kir ku Parêzgarê Kerkûkê pabendî siyaseta partiya xwe dibe, ku Kerkûk beşek e ji Kurdistanî ne û divê madeya 140 cibicî bibe.

Her di wê civînê de jî, Pîlotbîroya YNKê tekezî li ser wê yekê kir, ku YNK wek hêzeke demokratîk li Başûrê Kurdistanê deriyê xwe bo hemû aliyan siyasî û rêkeftinan vekiriye.