Platforma Demokrasiyê ji PKK û dewletê xwest ku şer rawestînin

Li Diyarbekirê Platforma Ked û Demokrasiyê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên hikûmeta AK Partiyê yên derbarê şaredariyên DBPê de, bi çalakiyekê protesto kirin. Platformê ragihand ku bi polîtîkayên ewlekariyê weke bêrê dîsa ti pirsgirêk çareser nabin.

K24 – Diyarbekir

Platforma ku ji saziyên sivîl yên Diyarbekirê pêk tên îro (25.06.2016) saet li 17.30ê li navçeya Yenîşehîrê li ber derê AZC Plazayê çalakiyek li dar xist. Ji ber çalakiyê hêzên ewlekariya Tirkiyê li derdorê çalakigeran tedbîrên ewlekariyê standin.

Li ser navê Platformê di daxuyaniya ku hate dayîn de wiha hate gotin: “Bi awayeke plankirî mirovên me têne kuştin, bi balafirên şer gund û bajarên me têne wêrankirin, xweza tê jinavbirin.  Divê herdu ali demildest destên xwe ji ser tetîkan rakin û dest bi guftûgoyan bikin.”