Di meha Remezanê de bazara şirînahiyê

Daxwaza kedkarên şîrînahiyê ew e ku, her wext hizur û aramî hebe da ku, geştyar jî werin bajêr û ew weke di mehên remezanê de bikaribirin şîrînahiyê bifiroşin.
kurdistan24.net

K24-Amed

Bi hatina meha Remezanê di bazarên şîrînahiyê ya Diyarbekirêde lîv û tevgerê dest pê kir. Her roj bi tepsiyan peqlewe, qedayif û gulaç tê firotin. Şîrînahîfiroş dibêjin ji ber rewşa aloz beriya Remezanê karê wan nedibûlêbelê ew niha bereketa remezanê dibînin û her roj bi sedan kîlo şîrînahî difiroşin.

Qedayîfên badayî bi sedan salan e di çanda xelkê Diyarbekiriyan de cih digre. Xelkê bajêr ji tama devê xwe hez dikin û hema bêje her roj qedayîfan dixwin. Nemaze di meha remezanê de ji sifreyên xwe kêm nakin. Yaşar Bulut 33 salî ye, dibêje li gorî mehên beriya remezanê kar baş e lê belê li gorî remezanên salên borî karê şîrînahiyê kêm bûye.

Derbarê vê mijarê Şîrînahîfiroş Yaşar Bulut ji K24ê re wiha got:"Peqlewa bi ronê malê tê çêkirin, ronê malê ji hin kesan re giran tê, ji ber wê yekê yên ku peqlewa nestînin şîrînahiya girover dikirin. Tavê vê şîrînahiyê jî siviktir e û ji ber ku erzantir e baş tê firotin."

Kîloyeke qedayîf di navbera 20 û 40 lîreyan de tê firotin. Di saetên ber bi fitarê ve xelk diherikin dikanên şîrînahiyan. Tepsî li pey tepsiyan vala dibe. Li gorî qedayifê xwarina şîrînahiya gulaçê siviktir e.Jin ji zilaman çêtir ji gulacê hez dikin.Şîrînahiya giroverjî hema bêje li temamê bakurê Kurdistanê tê firotin. Bi taybetî malbatên qelebalix vê şîrînahiyê tercîh dikin. Kîloya wê bi 10 lîreyan e. Ridvan hoste ji bazarê kêfxweş e, dibêje rojane kêmzêde 500 kîloyan difiroşe.

"Karê ji karê qedayiffiroşan baştir e, îro kîloyeke qedayîf derdorê 35 lîre ye lêbelê kîloya şîrînahiya girover 10 - 15 lîreyan e. Ê bi 10 lîreyan 20 hep şîrînahî tên kirîn û 10 kes dikarin bixwin. Ji ber wê yekê di Remezanê de karê me ji karê qedayiffiroşan baştir e. "

Di heyama pêvajoya aştiyê de gelek bikirên biyanî jî hebûn lêbelê niha tenê bikir xwemalî ne. Daxwaza kedkarên şîrînahiyê ew e ku, her wext hizur û aramî hebe da ku, geştyar jî werin bajêr û ew weke di mehên remezanê de bikaribirin şîrînahiyê bifiroşin.