Rexneyên li hemberî axaftinên Erdogan berdewam in

Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû ku, ji 20ê Tirmehê heta niha 7 û 600 endamên PKKyê hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rexneyên Cigîrê Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Bûlent Arinç a li hemberî axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berdewam e.

Derbarê encamê kuştiyên şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê de, Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Bûlent Arinç ragihand ku, hejmara çekdarên PKKyê 3hezar û 500 gerîlan e.

Lê belê tê gotin ku, 8hezar û 500 çekdarên PKKyê hatine kuştin. Arinç nerazîbûn xwe nîşan da û got: "Ev çi mesele ye?" Arinç da zanîn ku, li Tirkiyê hin mesele hene ku, wekî tê hêvî kirin encam nade. Têkoşîna li dijî terorê pêwîst de bi şêweyek aqilane were kirin.

Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû ku, ji 20ê Tirmehê heta niha 7 û 600 endamên PKKyê hatine kuştin.