Li Dêrazorê DAIŞê 5 rojnamevan kuştin

Ew rojnamevan berî heft mehan hatibûne girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê pênc rojnamevan li bajarê Dêrazorê bi şeweyekî hovane kuştin.

Di kurte vîdyoyekê de, Çekdarên DAIŞê bê 5 rojnamevanên bajarê Dêrazorê yên bi navê Samir Mehemed El-Ebûd, çalakvanê çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê, Samî Cewdet Ribah, berpirsyarê Televizyona El-An yê Dêrazorê bû, Mehmeşd Şaban El-Hac Xidir, Nûçegîhanê Malpera Cirîzê net Mehemed Merwan Îsa û Mustefa Hase yê ku, di rêxistina Human Rights Watch de kar dikir kuştin.

DAIŞê bi her 5 rojnamevan bi serjêkirin, kuştina bi elektirîkê, teqandina laptopann, kamêryên taybet ên rojnamevanan,herwiha bi rêya xenqandin bi girafatê, hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê mirovan di daxuyaniyekê de ragehdibû ku, yek ji wan rojnamevanan li gel wê kardikir, da zanîn ku, ew rojnamevan berî heft mehan hatibûne girtin.