Lavrov: Divê Sûrî bi xwe nakokiyên xwe çareser bikin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, divê Sûrî nakokiyên xwe çareser bikin û nabe ti aliyek derveyî wan destêwerdanê di karûbarên Sûriyê yên navxweyî bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1c695d92-eb1e-4295-a214-8a30ab3f7722/LavrovSyria.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, divê Sûrî nakokiyên xwe çareser bikin û nabe ti aliyek derveyî wan destêwerdanê di karûbarên Sûriyê yên navxweyî bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çarçoveya hevdîtinekê bi Serokê “Şepêla Xed” ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Cerbe re ragihand, divê Sûrî nakokiyên xwe çareser bikin û nabe ti aliyek derveyî wan destêwerdanê di karûbarên Sûriyê yên navxweyî bike.

Herwiha Lavrov got ku, Ehmed Cerbe yek ji siyasetmedarên Sûriyê ye, ku dixwaze xwînrijandin li Sûriyê rawest e û hemû aliyên Sûriyê di çarçoveya nexşeya Encûmena Asayişa Navdewletî de bigihin rêkeftinekê, bo bidawîanîna şer û şevçûnan li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve jî, Cerba jî ragihand ku, bi Lavrov re pirsa rawestandina bombebarankirina deverên Sûrî hate guftûgokirin, ji ber ku kesên sîvîl li wan deveran dijîn. Herwiha behsa derbaskirina alêkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî hate kirin.