Erdogan daxwaza lêborînê ji Rûsyayê dike

Serokomarê Tirkiyê di nameyek arasteyî Serokayetiya Rûsyayê kir û daxwaza lêborînê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê di nameyek arasteyî Serokayetiya Rûsyayê kir û daxwaza lêborînê kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di nameyek arasteyî koşka Krêmlênê kir, nîgeraniya xwe derbarê xistina firokeya şer ya Rûsyayê ji aliyê hêza esman ya welatê derbirî û daxwaza lêborînê kir.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dîmitrî Bîskov ragihand ku, Erdogan di nameyekê de serxweşiya xwe bo kuştina firokvanê Rûsî derbirî. Amaje bi wê yekê kir ku, Tirkiye bo asayîkirina pêwendiyên ligel Moskoyê, hemû karekî dike.

Herwiha Bîskov got ku, Erdogan di nameya xwe de diyar kiribû ku, Tirkiye naxwaze pêwendiyên stratîjîk yên bi Rûsyayê re têk bibe, herwiha ti niyazên Tirkiyê jî tune bûn ku firokeya Rûsî bîne xwarê.  

Ji ber xistina xwara firokeya şer ya Rûsî SU24 ji aliyê hêza esmanî ya Tirkiyê ve di 24 Mijdarê, nakokî û alozî kete nava Mosko û Eeqereyê.

Di 24 Mijdarê hêza esmanî ya Tirkiyê firokeyeke şer ya Rûsî ji cura SU 24 li ser sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re êxist xwarê, ji ber vê yekê jî alozî kete navbera Rûsya û Tirkiyê.