Li Stenbolê 23emîn Mihrîcana Muzîka Cazê bi rêve çû

Di Festîvalê hûnermendên navdar yên Dinyayê yên wek Nile Rodgers, Damon Albarn, Ernest Ranglin û Roy Hargrove jî di konseran de cih digirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e989d69a-8969-4b40-b2df-1adc89bdac46/FestivalaCaz.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

23'emîn Mihrîcana Muzîka Cazê  ya navneteweyî ya li Stenbolê îsal bi şahiyên ji hev rengîn dest pê kir. 300 penaberên Suriyeyî weke mêvanên îsal adilê beşdaran mihrîcanê hatin ezimandin. Di mihrîcanê de orkestraya ku ji 50 hunermendên Sûriyeyî pêk tê bi stranên xwe  şa kirin.

Li Stenbolê, di mihrîcana muzika cazê ya îsal de 50 konseran û nêzîkî 200 çalakiyên hunerî tên sazkirin.

Di destpêka mihrîcanê de sazîyên sivîl û hunermendan balkişandîn li ser rewşa koçberan û gotin em hêvî dikin bi rêya van konseran koçber cardî xwe kêfxweş hîs bikin.

Derbarê vê mijarê Hemwelatiyekê wiha got:"Muzik çandên cida digihîne hev, rê li ber dîyalogê vedike mirovan kefxweş dike. Îşev jî em dê hêza mûzîkê hîs bikin."

Di mihrîcanê de Kurdên ku, beşdarî konserê bûn xwestin aştî çêbe û herkes di nav aştiyê de bijîn.

"Me xwest em bên vê konserê û rewşa xwe ji dinyayê re bejin û hemû kes ji rewşa me agahdar bibin."

Di Festîvalê hûnermendên navdar yên Dinyayê yên wek Nile Rodgers, Damon Albarn, Ernest Ranglin û Roy Hargrove jî di konseran de cih digirin.

Hemwelatiyên Tirkiyê jî ji hatina penaberan kêfxweş bûn û xwestin çalakiyên wiha bên zêdekirin.

"Ez beşdarbûna koçberan wek dewlemendiyekê dibînim. Hem ji aliye mûzikê ve hem jî ji aliyê mirovatiye ve tişteki baş e."

"Li gor min vexwendina koçberan bo vê konserê tişteki gelek erênî ye. Ez spasiya saziyen sivîl û herkesî dikim."