HDP teqînên Stenbolê şermezar kir
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek dan û komkujiya li Balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê şermezar kirin.
Derbaê vê yekê HDPê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Em wav êrîşên terorî yên dijminahiya mirovahiyê, ku welatiyên sivîl dikin armanc bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifayê bû birîndaran jî hêvîdikin."
Herwaha di daxuyaniyê de HDPê rexne li hikûmeta Tirkiyê û serokkomar Recep Tayip Erdogan kirin.
Şeva borî li firokxaneya Etatûrk li Stenbolê sê kiryarên xwekujî rû dan.di encam de 41 kes hatin kuştin û 239 birîndar bûn.