De Mistura: Dema gera bê ya Cenêvê diyar nebûye

Ji bo civandina aliyên nakok li Sûriyê opozêsyon û rêjîma Sûriyê li ser masa danûstandinan, hewlên Netewên Yekgirtî berdewam e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3fd6aa8c-f631-42b7-b096-5549dfa502e6/cenef%203-syria.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo civandina aliyên nakok li Sûriyê opozêsyon û rêjîma Sûriyê li ser masa danûstandinan, hewlên Netewên Yekgirtî berdewam e.

Tevî alozbûna rewşê li Sûriyê bi bilindkirina asta şer û pevçûnan, Netewên Yekgirtî bi hêvî ye herdu aliyan bo çareseriya krîza Sûriyê, careke din li danûstandinên Cenevê bicivînin.

Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Steffam De Mistura ragihand ku, ew hewl dide danûstandinên xwe digel aliyên berpirs temam bike, heta bigihin lihevkirinekê, piştre jî dê vexwandin çê bibin, ku armanca wî di meha Tîrmehê de civîn bên lidarxistin.

Ji aliyeke din ve, De Mistura tekez kiribû ku, çareserkirina krîza Sûriyê rastî gelek zehmetiyan tê, yek ji wan jî beşdarîkiirna Kurdan di danûstandinan de ye, ku Mosko rijd e li ser beşdarîkirina wan, ji ber ku li ser erdê li dijî DAIŞê hêzeke çalak e. lê Îtîlafa opozîsyona Sûriyêbeşdarîkirina wê red dike.

Îtîlafa opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de dabû xuyakirin, heta rêjîma Sûriyê şerê xwe li ser gelê Sûriyê ranewestîne û girtiyan bernede, beşdarbûna wan di danûstandinan de zehmet e.

Ji sala 2012an ve heta niha danûstandinên aştiyê li ser asta navdewletî û herêmî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berdewam e, lê encamên çareseriyê nehatine dîtin, ku her diçe rewşa Sûriyê aloztir dibe.