Êrîşkerên firokxaneya Ataturkê ji Reqayê hatibûn

Berpirsekî payebilind yê Tirkiyê ragihand ku, belgeyên bihêz li ber destê wan hene, ku ew sê xwekujên li firokxaneya Atatukê ya Stanbolê xwe teqe li getiyaran kirine û xwe teqndine, ji bajarê Reqa ya Sûriyê hatine bo Tirkiyê, herwiha di plandana wê êrîşê jî serkirdên DAIŞê beşdar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî payebilind yê Tirkiyê ji kanala “CNN“ ya Amerîkî re ragihand, ku ew sê xwekuj berî çend mehan ji bajarê Reqayê hatibûn Tirkiyê û ew êrîş bi bername bûye, heta ku serkirdên DAIŞê di plandana wê êrîşê de beşdar in.

Wî berpirsî amaje bi wê yekê kirk u, bombe li derveyî Tirkiyê hatine, ne ku li hundirê Tirkiyê hatine çêkirin.

Wî jêderî nasnameyên xwekujên teqînên firokxaneya Ataturkê aşkere kir û got: “Yek ji nava wan welatiyekî Ozbakîstanê ye û yên duyemîn welatiyê navçeya Daxistanê ya Rûsyayê ye û sêyemîn ji Qexîzitanê ye.”

li gor wî berpirsî, ku ew welatiyê Rûsî pasporta xwe li xaniyekî ku li navçeya Fatîh kirê kiribû, hêştibû.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hejmara kuştiyên êrîşa xwekujî ya firokxaneya Ataturk gihêşt 43 kesan, 19 kes ji nava wan biyanî ne. Herwiha 238 kesên din jî birîndar in, ku heta niha 94 ji birîndaran di bin çavdêriyê de ne.