Li Stenbolê 14e û li Dîlokê 17e kesên biyanî hatin girtin

Piştî êrişa DAIŞê ya ser balefirgeha Stenbolê ku 44 kesan canê xwe ji dest dan û 237 kes jî birîndar bûbûn, hêzên ewlekariya Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi êrişa balefirgeha Ataturk ya Stenbolê re girêdayî li Stenbolê 24, li Dîlokê jî 17 kes hatin binçavkirin.

Piştî êrişa DAIŞê ya ser balefirgeha Stenbolê ku 44 kesan canê xwe ji dest dan û 237 kes jî birîndar bûbûn, hêzên ewlekariya Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.

Di encamê operasyonên duh û îroyê yên Stenbolê de 14 kesên bîyanî bi giştî 24 kes hatin binçavkirin.

Herwiha îro jî li bajarê bakurê Kurdistanê Dîlokê, bi êrişê ve girêdayî hemberî DAIŞê operasyon hat kirin û di encamê de 17 kesên biyanî hatin binçavkirin.