Qamişlo bû paytexta Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê

Berî niha bajarê Amûdê navenda siyasî bû.

K24-Qamişlo

Piştî karê çend mehan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destûra xwe ya bingehîn ragehand tê de bajarê Qamişlo weke paytexta Fedraliya Rojava binav kir.

Derbarê destûra nû, Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava û Bakurê Sûriyê destûra xwe ragehand tê de, bajarê Qamişlo weke paytexta Fedraliya Rojava binav kir.

Li gorî destûrê bajarê Qamişlo weke paytex hate binav kirin.herwiha tê da hatiye ku, hemû zimanên fedraliyê weke hevin.

Di madeya 35 û 36an de jî hatiye ku, nabe bêyî destûra dadgehê mal, mulik û cih werin kontirol kirin.herwiha azadiyê welatiyan jî nayê astengkirin.

Tê zanîn ku, berî niha û di dema damezrandina kantona Cizîrê de, bajarê Amûdê navenda siyasî û Îdarî bû li Rojava.