Li Stenbolê festîvala kirîn û firotinê dest pê kir

Ev festîvala gelek derfet û erzaniyan tînê pêşîya welatiyan, heta 31ê Tebaxê berdewam bike.

K24-Stenbol

6mîn festîvala bi navê Îstanbul Shoppîng Fest ê destpê kir. Festîvala îsal ji ber êrîşên xwekujî yên DAÎŞê bi beşdariyek kêm ve destpê kir û lê tê pêşbînî kirin bi rêya vê festîvalê bazara Stenbolê hinekê geş bibe.

Ji ber teqînan gelek çalakiyên festîvalê hatin betal kirin û Festîvala îsal dê bê konser û şahiyan destpê bike.

Li gel van ,gelek firoşgehên mezin yên ku beşdarî vê mîhrîcanê bûyîn bi rêya erzaniyên rêjeya wê digihî %70 yan dixwaze mûşteriyan bikşîne xwe.

Stenbolî dê bi rêya vê mîhrîcanê heyvekê kêfa erzaniyan derxîne.

''Festîval dê tesîrek baş li ser bazarê bike.Ji ber ku geştyar nayên  niha li herdera erzanî heye''

''Erzaniyên li firoşgehan gelek başin.lê îsal gelek kes nîn in. Ji ber xwe kêf û xweşiya vê festivalê hinekê kêm e''

Armanca vê  festîvala ku bi alîkariya wezareta çand û geştyariya Tirkiyê,parêzgariya stenbolê û şardariya Stenbolê ve tê rêvebirin zindî kirina bazaran  û zêdekirina geştyaran e.

Derbarê festîvalê Serokê Jûra bazirganên Stenbolê İbrahim Çağlar wiha got:'' Armanca me  ewe ku em vî bajarê dîrok,çand û bazirganiyê li dinyayê bidin nas kirin û hejmara geştyaran zêde bikîn''

Ev festîvala gelek derfet û erzaniyan tînê pêşîya welatiyan, heta 31ê Tebaxê berdewam bike.