Di 6 mehên dawî 10 rojnameger hatin kuştin

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) rapora 6 mehên borî yên 2016an ya derbarê mafê binpêkirina rojnamegeran de eşkere kir. Li gorî raporê, di 6 mehên dawî de li Tirkiyê 10 rojnameger hatin kuştin, 102 rojnameger hatin desteserkirin û 24 jî hatine girtin.

K24 – Diyarbekir

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) rapora 6 mehên borî yên 2016an ya derbarê mafê binpêkirina rojnamegeran de eşkere kir. Li gorî raporê, di 6 mehên dawî de li Tirkiye û Sûriyê 10 rojnameger hatin kuştin, 102 rojnameger hatin desteserkirin û 24 jî hatine girtin.

 Li gorî rapora Cemiyetê, 12 rojnamegerên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hatine girtin. Di raporê de wiha tê gotin: "Li herêmên ku şer û pevçûn lê hene rojnameger rastî êşkenceyê tên. Derbarê 190 rojnameger û weşanan de  lêpirsîn hat vekirin. Derbarê 59 rojnameger û weşanan de doz hat vekirin. 25 rojnameger û weşan rastî cezayan hatin. Derbarê 54 pirtûkan de biryara komkirinê hat dayîn û jê 53 pirtûk yên Weşana Aramê ne. ”

Herwiha di raportê de hat “11 rojname, ajans, tv û radyo hatin astengkirin û girtin. Herî zêde malpera DÎHA'yê 42 caran, Azadiya Welat 5 caran û Jinha 5 caran hat sansurkirin.  Derbarê 11 bûyeran de qedexeya weşanê hat dayîn. 17 rojnameger ji kar hatin avêtin. Heta niha derbarê Rojnameya Ozgur Gundemê de 149 doz ji ber têkoşîna bi terorê re, 27 doz jî ji ber heqaretê hatiye vekirin, di çarçoveya Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî de jî 47 lêpirsîn hatine vekirin.