Di pevçûnên li Bakur de 880 hezar û 806 kesan zirar ji dîtine

Yekîtiya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê piştî şer şer û pevçûnên ji Tebaxa 2015an ve, raporek li ser zirar û ziyaniya ku giheştiye xelkê û avahiyan eşkere kir. Li gorî raporê, li Bakur, nêzîkî 900 hezar kes an rasterast bandoreke neyînî ji pevçûnên dîtine. Di raporê de hatiye ragihandin ku bi hezaran xanî, kargeh û avahî hatine wêrankirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e01d943e-0a8a-49d3-9d27-0425cc37cee2/YekitiyaSaredariyenBakur.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Yekîtiya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê piştî şer şer û pevçûnên ji Tebaxa 2015an ve, raporek li ser zirar û ziyaniya ku giheştiye xelkê û avahiyan eşkere kir. Li gorî raporê, li Bakur, nêzîkî 900 hezar kes an rasterast bandoreke neyînî ji pevçûnên dîtine. Di raporê de hatiye ragihandin ku bi hezaran xanî, kargeh û avahî hatine wêrankirin.

Piştî şer û pevçûnên li nava bajarên Bakur, ji aliyê tîmên teknîkî yên Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkiyê û Yekitiya Şaredariyên Bakur raporek hat amadekirin. Li gorî raporê, navçe û bajarên ku pevçûnan bandoreke neyînî dîtine ev in; Navçeyên Diyarbekirê: Sûr, Farqîn, Bismil û Pîran. Navçeyên Mêrdînê: Nisêbîn, Dêrik û Kerboran. Navçeyên Colemêrgê: Gever û Şemzînan. Navenda bajarê Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopî, Bêşebab û Hezexê û navçeya Gimgim a Mûşê.

Ji Tîrmeha 2015an ve di navbera hêzên ewlekariya dewleta Tirkiyê û hêzên çekdarên PKKê de bi taybetî li bajarên navborî pevçûnan rûdan. Di raporê de li kîjan bajar û navçeyê çi qewimiye yek bi yek hatine nivîsîn. Li gorî raporê, 6 caran li navçeya Farqînê qedexe derketina derve hatiye ragihandin û 105 kargeh, 552 xanî û avahî û 4 jî avahiyên resmî zirar ji pevçûnan dîtine. Ji 50 hezar nifûsa Sûrê 45 hezar kes an rasterast zirar ji pevçûna dîtin û Hezar û 100 xanî hatin xirakirin. 

Li navçeya Bismilê jî 4 caran qedexe derketine kuçe û kolanan hat ragihandin û nêzîkî 12 hezar kesan bandoreke neyînî ji pevçûnan dîtin û 41 xanî û kargeh rastî xûsareta madî hatine.

Ji 116 hezar nifûsa navçeya Nisênînê 80 hezar kesan ji pevçûnan bandoreke neyînî dîtine ji sedî 70ê avahiyan di pevçûnan de wêran bûne. 56 kargeh, 172 avahî û maleke taziyan yên Kerborana Mêrdînê jî rastî xûsareta madî hatine.
40 hezar niştecihên Geverê rasterast zirar ji pevçûnan dîtine û ji sedî 80ê navçeyê wêrên bûye.

Di raporê de, zirara ku gihayî Şirnex û navçeyên wê bi awayeke berfireh hatiye nivîsîn. Li navenda Şirnexê 82 rojan operasyonan bênavber dewam kir,li Şirnexê hê jî qedexeya derketina kuçe û kolanan heye. 867 avahiyên ku xûsaret gihayînê û Hezar û 336 avahiyên ku hatine rûxandin di raporê de cih digrin.  Agahiyên derbarê Cizîr, Hezex û Silopiyê de jî cih digrin wiha ne: Li Cizîrê 9 Hezar 800 avahî, li Silopiyê jî 445 û li Hezexê jî 200 avahiyan wêran bûne.

Di dawiya raporê de behsa xûsareta gihayî navçeya Gimgim a Mûşê jî tê kirin tê ragihandin ku, temamê xelkê navçeyê ji pevçûnên Tebaxa 2015an zirar dîtine û 91 xanî hatine rûxandin.
Ji aliyê din jî ji bo nûkirina bajarên navborî dewletê biryara îstîmlaqkirina lezgînî daye û projeyên nûjenkirin û veguhestina bajaran têne amadekirin.