Li Hesekê şer û pevçûn derket
K24 – Qamişlo
Li Hesekê şer û pevçûn di navbera asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî derket.
Peyamnnêr K24ê li Qamişlo ragihand ku, li bajarê Hesekê şer û pevçûn di navbera Asayişa Rojava û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, derket.
Li gor peyamnêrê K24ê, ku pevçûn li nava bazara, riya Isam Bexdî, riya Qamişlo û Hola Werzê berdewam e. di encamê de hata niha jineke sivîl canê xwe jidest daye û 2 kesên din yên sivîl birîndar bûne.
Herwiha li gor peyamnêrê K24ê ku birîndar gihêştin bajarê Qamişlo.