Erdogan: Îro Islam maye di bin gefa terorîstan de ye
K24-Navenda Nûçeyan
DAÎŞê yekemîn êrîşa xwe li Tirkiyeyê di 20ê Temuza 2015ê de li Pirsûs a navçeya Rihayê pêkanîbû.Piştî vê êrîşê û heta niha Tirkiye li ser DAÎŞê balê dikşîne li ser wê yekê ku, DAÎŞ ji aliyê hêzên herêmê û hêzên navnetewî ve tê bikaranîn.
Piştî her êrîşeka DAÎŞê bi taybetî serokomarê Tirkiyê Erdogan û rayedarên hikûmetê ragihandin ku DAÎŞ ji aliyê van hêzên ve tê bikaranîn.
''Rêxistina terorî DAÎŞ pîyon û paleyê hêzên navnetewîye,''
Erdogan li ser mijarê ragihand ku, ol û neteweya terorê nîne ,lê DAÎŞê Erdogan bi rêya peyvên olî Tirkiye tohmetbar kir.
'Erdoganê Tagut bi êrîşên li dijî dewleta Îslamî dawiya nêzîk dike''
piştî ku, DAÎŞê ev êrîşa dawî li Tirkiyê pêkanî helwesta Tirkiyê li dijî DAÎŞê hat guhertin û Erdogan bi rêya gotinên olî bi ser DAÎŞê de çû.
''Ti eleqeya van bi Îslamê ve nîne.cihê van dojeh e.''
Hat zanîn ku, ev helwest ne tenê di gotinan de hatiye guhertin.
Rojnameya Yenîşafak ya ku, nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê di manşeta xwe de bangî welatên misilmananû mezinên olî kir û xwest ew li dijî terora DAÎŞê xwedî li Îslamê derbikevin. '' Îslamîyet li ber gefeka mezin ya Terorê ye.Ev Rêxistina terorê nexşên Îslamî bikartine.Dıvê mezinên olî û hemî misilman li dijî van dengê xwe bilind bikin''
Gelek mezinên olî û Bi taybetî wezîrê dîyaneta Tirkiyeyê Mehmet Gormez piştgiriya vî bangî kirin.
Ji aliyê xwe ve Mehmet Gormez Wezîrê Dîyaneta Tirkiyeyê wiha got:
'' Îro Îslam maye bin gefa terorîstên ji nav me derketî . Ev li dijî Îslamîyetê ne. Divê Welatên Îslamî li ber vê bêdeng nemînin''
Guherîna helwesta Tirkiyeyê li dijî DAÎŞ ê bala dinyayê jî kişandiye û vê cara ewil e dinya li ber êrîşên Li Tirkiyeyê evqes piştgiriya Tirkiyê dikin.