Li Hesekê şer careke din destpê kir

Di şerî îro de 4 kes birîndar bûne du ji wan endamên Asayîşê ne.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Piştî ku, duh, li Hesekê şer û pevçûn di navbera asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî derketibû û di encam de welatiyeke sivîl û du kesên dirîndarbûbûn, îro careke din şer li taxa Isam Bexdî destpê kir û di encam de du jin yên endamên Asayîşê û du welatiyên sivîl birîndar bûnbûn.

Peyamnnêr K24ê li Qamişlo ragihand ku, li bajarê Hesekê şer û pevçûn di navbera Asayişa Rojava û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, li taxa Isam Bexdî careke din saet 11 berî nîvro derket.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku pevçûn li nava taxa Isam Bexdî, ya li ser rêya Qamişlo û Hola Werzê derket. di encamê de 4 kes birîndar bû, ji wan du endamên Asayîşê ne.

li gor peyamnêrê K24 da zanîn ku, du dikanên cilûbergan û 4 otombîl hatine şewtandin, diyarkir ku birînda bo nexweşxaneya hatine veguheztin.

li gor zanyariyên nû ku giheştine destê me peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo ragehand ku, di berdewamiya şerûpevçûnan de 12 kes hatine birîndar bûne, herwiha hemû dikan û bazar hatin girtin û ezmûnên xwendekarên zangiyê yê hatin lipaşxistin, tekez kir ku, her diçe şer girantir dibe.