Piştî du salan Kobanî bi cejnê şad dibin
K24 – Kobanê
Welatiyên bajarê kobanê tevî rewşên dijwar pêdiviyên cejna Remezanê amade dikin. Careke din ji nû ve kêfxweşî li malbatên bajêr vedigere piştî ku di du salên borî de cejnên xwe di şer û wêraniyê de derbas dikirin.
Tevî kêmbûn û buhabûna nirxê pêdiviyên cejnê mîna şekir û cilûbergan îsal di hefteya paşî de, ji meha Remezanê tevgera welatiyan li nava bazarên Kobanê bi awayekî berçav tê kirin, nemaze li cihên taybet bi firotina keresteyên mêvandariyê mîna kolana Tilelê.
Aramî û ewlehiya li pêş vê cejnê êş û azarên xelkên Kobanê ji bîr dernaxe, ji ber ku, beriya cejna Remazanê ya sala 2014ê çekdarên DAIŞê êrîşî bajêr kirin û di encamê de tevahiya welatiyan Koçber bûn. Herwiha di cejna sala 2015an de jî, bi sedan kesên sivîl di komkujiya 25ê Hezêranê de bûne qurbanî, ev yek dihêle ku hêviya herî mezin ya welatiyan ew be dubare nebûna şer û komkujiyan û derbaskirina cejnê bi xêr û xweşiyê.