Erdogan: DAIŞ xencerek e li ser sîngê misilmanan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje, DAIŞ wek projeyek hatiye pêşxistin û wek xencerekê li ser singê misilmanan e.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, tevî Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman û Parêzgar û Şaredarê Stenbolê li Stenbolê beşdarî bernameya Dezgeya Dilxwazên Tirkiyê bû.
Erdogan got, PKK, YPG û DAIŞ'ê di rojên pîroz yên mehar Remezanê de jî xwîn rijandine û wek her tim dibêje, nijadperestî, mezhebperestî û teror, sê belayên serê cîhanê ne.
Erdogan da xuyakirin, DAIŞ navê îslamê bikar tîne lê xwîna misilmanan dirijîne û wiha har bûye, êriş li mizgefta ku termê pêxember têde ye dike.
Erdogan got, êrişên Medîne û Cîdeyê yên Siudiyê hemû misilman ji dil birîndar kirine û kesên ji ber mezhebê piştevaniya DAIŞê bikin, hevkarên tawanên wan in.