Edhem Barzanî: Berpirseyatiya parastina baregehên me ji erkê YNKê ye

Bo cara 30emîn li bajarê Silêmaniyê teqe li baregeha Encûmena Serkirdeyatiya PDKê ya tê kirin, heta niha jî ti aliyekî siyasî ev êrîş şermezar nekirine, Berpirsê Encûmena PDKê li Silêmaniyê dibêje ku, heger careke din teqe li baregeha wan were kirin, divê berpirsê ewlehiyê ya wê navçeyê bê dadgehkirin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Berpirsê Encûmena Serkirdeyatiya Partiya Demikrata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê Edhem Barzanî ji K24ê re axivî û ragihand ku, ev cara 30î ye teqe li baregaha PDKê ya li Silêmaniyê tê kirin, heger ev kiryar careke din dubare bibe, divê berpirsê ewlehiyê ya wê navçeyê bê dadgehkirin. Herwiha heger berpirsên ewlehiyê wan neparîze, PDK dê xwe bi xwe biparêze.

Herwiha Barzanî ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz kir ku, ji bo rêgirtina li van kiryaran bi erkê xwe rabe, ji ber ku YNK li wê deverê xwedî desthilata yekemîn e.

Şeva borî teqe li baregeha Encûmena Serkirdeyatiya PDKê ya li Silêmaniyê hate kirin, Pêşmergeyek bi navê Barzan Ebdulah Reşîd birîndar bû.

Derbarê krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî amaje kir, heger hemû aliyên siyasî li banga Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî guhdar nekin, bi çi awayekî ev krîz çareser nabe.