Baydemir:Kuştina Tahîr Elçî siyasî bû

Baydemir da zanîn ku, bi kuştina Tahîr Elçî hatiye xwestin ku, çavtirsî û gef li aştîxwaz, parêzvanên mafên mirovan û têkoşerên mirovahiyê bê dayîn û xwarin.

K24-Amed

Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di 28ê Çiriya Paşînde hatibû kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn. Serok û Rêvebirên BAROya Diyarbekirê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Osman Baydemir beşdarî merasîma bibîranînê bûn û ragihandin ku Kuştina Elçî, kuştineke siyasiye û ewê destûr nedin ku ev cînayet kujer nadiyar bimîne.

Derbarê vê yekê Osmen Baydemir wiha got: "Em Destûr Nadin Ku Kuştina Elçî Tarî Bimîne."

Ahmet Ozmen Cîgirê Serokê BAROya Diyarbekirê, ragihand kut ê xwestin kuştina Tahîr Elçî, bikeve nav dosyayên kujer nediyar, lê ewê destûr nedin ku ev kuştin bê veşatin û kujerên wî dê bên diyar kirin û ceza kirin. Ozmen dazanîn ku, heta kuştina Elçî aşkere nebe, ewê çalakî û xebatên xwe yên hûqûqî berdewam bikin.

Ozmen disa balkişand ku, heval û dostên Tahîr Elçî, yekem cejna xwe bêy wî derbas dikin, lê şopa wî û nirxên ku hitiye dê her bi wan re bijî.

Baydemir wiha jî axifî : "Kuştina Tahîr Cinayetekî Siyasiye"

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir jî, balkişand ku, Tahîr Elçî buye qurbaniyê kuştineke siyasî û hemû lêkolîn û lêpirsînên li ser wî tên asteng kirin û diyade tên veşartin. Baydemir daxwaz kir ku demek zûtirîn kujerên Elçî bê aşkere kirin û hêzên li pişt wê kuştinê bên diyar kirin û ceza kirin."

Baydemir da zanîn ku, bi kuştina Tahîr Elçî hatiye xwestin ku, çavtirsî û gef li aştîxwaz, parêzvanên mafên mirovan û têkoşerên mirovahiyê bê dayîn û xwarin. Lê hevrê û hevalên Tahîr Elçî, dê têkoşîna maf û azadiyan her tim bidin berdewam kirin.