Planeke DAIŞê bo kuştina Demîrtaş hebû

Planeke DAIŞê hebû, ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di komkujiya Enqerê de bikuşta.

K24 – Navenda Nûçeyan

Planeke DAIŞê hebû, ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di komkujiya Enqerê de bikuşta.

Di 10ê Cotmehê de li Enqerê mitinga bi navê “Mitînga Aştiyê” ya HSDê hat lidarxistin û tê de DAIŞê du teqînên bihêz kirin, di encam de karesateke mezin çêbû û 106 kesan canê xwe jidest dan.

Piştî teqînê ji aliyê serdozgeriya Enqerê ve lêpirsîn hat destpêkirin û 20 dozger hatin erkdarkirin. Li gor belgenameyeke taybet ya lêkolînên teqîna Enqerê ya roja 10 Cotmeha 2015an, ku di plana DAIŞê de Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş bikujin.

Demîrtaş di roja 15 Tebaxa 2015an de, amaje bi hatina DAIŞê kir, ku amadekariya êrîşan dike, lê ti zanyariyên zêdetir derbarê plana kuştinê nedabû.

Li gor raporteke rojnameya “Evrensel”, di belgenameya nehênî ya taybet bi teqîna Enqerê de, ne tenê Demîrtaş armanca DAIŞê bû, lê parlementer û hevşarederên HDPê jî armancên DAIŞê bûn.

Rêvebereyatiya Ewlekariya Enqerê, di roja 5 Tebaxa 2015an de, di nivîseke xwe de ragihandibû, eger heye ku Demîrtaş bibe armanca DAIŞê. Her di wê nivîsê de amaje bi wê yekê kiribû jî, ku netenê Demîrtaş, lê hin parlementer û hevşaredarên HDPê jî armanca DAIŞê ne.