Buhar Hesko bi deng û tembûra xwe bala Ewropiyan dikişîne

Keça Rojavayê Kurdistanê Buhar Hesko ku bi xwe ji bajarê Qamişlo ye, ji du salan ve penaberî Ewropayê bûye û niha li Siwêdê Dijî. Buhar her gav tembûra wê di destê wê de ye û staranan dibêje. Ji ber vê yekê jî gelek heval û dostên wê yên biyanî nêzikî wê dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça Rojavayê Kurdistanê Buhar Hesko ku bi xwe ji bajarê Qamişlo ye, ji du salan ve penaberî Ewropayê bûye û niha li Siwêdê Dijî. Buhar her gav tembûra wê di destê wê de ye û staranan dibêje. Ji ber vê yekê jî gelek heval û dostên wê yên biyanî nêzikî wê dibin.

Hin caran Buhar stranên Siwêdî jî bi tembûra Kurdî dibêje, ji ber vê yekê jî hunermenda siwêdî ya bi navûdeng Êva Dalgirên her gav tê seredana Bihar dike, da ku tişên nû ji tembûra Kurdî û dengê Buharê Gohdar bike,

Buhar berî Ku bibe penaber, 4 salan zimanê Îngilîzî li bajarê Helebê xwendibû, lê ji ber rewşa xerab ya li Sûriyê  û Rojavayê kurdistanê, ew niha li Siwêd Xwendina xwe temam dike û tembûr û huner  jî bûye beşek sereke ji jiyana wê, lê hêviya Buhar ew e, ku rojek ji rojan ku welat xweş bibe û ev hemû xebatên wê jî li welat be,