Elî Ewnî: Sîxorî karê PKKê ye ne yê PDKê ye

Endamekî Serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê desteserkirina hejmarek ji endam û alîgirên PDKê ji aliyê PKKê ve, bi tuhmeta sîxoriya li ser baregehên wê de, ragihand ku, sîxoriya ji welatan re karê PKKê ye, ne ya PDKê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdeyatiya PDKê Elî Ewnî ji K24ê re got: “Sîxoriya ji welatan re ne karê endmên PDKê ye, alîgirên PDKê jî berevaniya Kurdistanê dikin, lê belê sîxorî karê PKKê ye. Piştî azadkirina Iraqê dosyên wan aşkere bûn û diyar bû kî karê sîxoriyê dike.”

Elî got jî: “Wek PDKê, her endam û alîgirekî me bê girtin, emê helwistên xwe bigirin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di medyayên xwe belav kir ku, çend kes bi tuhmeta sîxoriya ji PDK û MÎTa Tirkiyê girtine û ew kes jî endam û alîgirên PDKê ne.