Li Rojava diyardeya birîna kehrebê zêde bûye

Qutkirina kehrebê li Rojavayê Kurdistanê bûye diyardeyeke rojane.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Birîna kerebê û rawestandina muwelideyên ehlî welatiyan neçar dikin ku, miwelîdeyên taybet bikirin.

Fuad xwediyê dukana Ayskirêmê ye li taxa hilêliyê dijî, birîna karebê gelek zirarê dighîne karê wî lewma ew neçare miwelîdekî birkire. Derbarê vê yekê wiha dibêje:"Kehrebeya niştimanî ev bû 4 roj nîne û miwelîdeya taxê jî hatiye rawestandin, gelek ziyan li min bû,ez dondirme û şerbetê difiroşim û pêdiviya min bi kehrebê heye,ez neçar bûm miwelîdeyekê bikirim ta ku şîr û keresteyên min têkneçin." Ji aliyê xwe ve welatiyek bi navê Raniya Lezgîn wiha ji K24ê got: "Ji roja cejna remezanê ve heta niha kehrebe qutbûye û bandora wê gelekî xerabe liser xelkên deverê, xwarina me tev têkdiçe û zarokên me ji derve rûdinin ji ber di hundirê malê de germe dema kereb qutdibe av jî qutdibe."

Qutkirina kehrebê li Rojavayê Kurdistanê bûye diyardeyeke rojane. Desteya Enerciyê ya Rêveberiya Xweser tekez dike ku, sedema qutbûna kehrebê kêmbûna asta ava bendava Tişrînê ye ligel rawestandina hindek enefeyan li devera siwêdîkê ye.

Derbarê vê yekê Rêvebirê Desteya Enerciyê li Qamişlo heval Egîd wiha got: "Sê enefeyên me li bajarokê Rimêlanê hene, di rewşa normal de pêwiste berhemhênana wan bighêje 75 mêga watî, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî berhemhênana wan tenê 45 mêga wate. Ji aliyeke din ve bajarê qamişlo piraniya kehrebeya xwe ji bendava tişrînê werdigre."

Li gorî Eesteya Enerciyê li Kantona Cizîrê,pêdiviya bajarê Qamişlo rojane bi 80 mêga watî heye,di demekê de ku berhemhênana 3 enefeyên li Rimêlanê ji 75 mêga wat daketiye 45 mêga watî,û ji bendava tişrînê jî nêzî 20 mêga watî dighêje bajêr,lê ji ber ne hevsengiya belavkirina kehrebê li bajêr, piraniya taxan bê kehrebe dimînin.