Amerîka pêşwaziya 10 hezar penaberên Sûrî dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigihîne, Serokê Amerîkayê Barak Obama soz daye ku, di îsal de dê pêşwaziya 10 hezar penaberên Sûrî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigihîne, Serokê Amerîkayê Barak Obama soz daye ku, di îsal de dê pêşwaziya 10 hezar penaberên Sûrî bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li Washingtonê ragihand ku, dezgehên ewlekarî û îstixbarata Amerîkê hûrgilên 10 hezar penaberên Sûrî ku li kampên girêdayî YN kom kirine, da ku pêşwaziya wan bike.

Kerry amaje bi wê yekê kir ku, ev hejmara 10 hezar penaber, biqasî 6 carên ku Amerêkayê di sala borî de lixwe girtiye, ye. Kerry diyar kir jî, ew penaberên ku bigihin Amerîkayê ji xwedî pêwîstiyên taybet in.

Gelek rexne ji aliyê çalakvanên di warî karên mirovî li Washington tê girtin ku, Washington bi awayekî kêm pêşwaziya penaberên Sûrî dike, lê ji aliyekî din ve, rikberên Obama tekez dikin ku, eger hey ku terrorist di nava wan penaberan bigihin Amerîkayê.