Li şûn şaredarên HDP û DBPê "Tayinkirina Qeyûman"

Alîkarê Serokwezîr Nurettin Canikli li parlamentoyê agahî da rojnamevanan ku, ewê şaredarên HDP û DBPê yên piştgiriyê didin terorê ji erka wan dûr bixe û li şûna wan tayînên nû pêk bînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d51d833f-245e-44a0-9420-20da5b93ee6a/BoSharedariyanTayinkirinaQeyuman.ism/manifest

K24 – Enqere

Alîkarê Serokwezîr Nurettin Canikli li parlamentoyê agahî da rojnamevanan ku, ewê şaredarên HDP û DBPê yên piştgiriyê didin terorê ji erka wan dûr bixe û li şûna wan tayînên nû pêk bînin. Canikli li hemberî wê yekê derdikeve ku ev reşnivîs wek reşnivîsa "Tayinkirina Qeyûman" were nirxadin  û da zanîn ku ew bi vê yaseyê armanc dikin ku, wan kesên piştgiriyê didin terorê ji erka wan dûr bixe.

Li gorî reşnivîsê, Şaredarên Bajarên Mezin ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî û Şaredarên Bajarên biçûk jî, dê ji aliyê Waliyan ji erkê werin girtin. Herwiha erkên şaredarên werin tayînkirin, dê bên zêdekirin û erkên encûmena şaredariyan jî dê bên kêmkirin. AKP dibêje ew armanc dikin ku, bi yaseyê piştgîridayîna bo terorê bibirin.

Ev reşnivîsa ji aliyê partiya desthilatdar hate amadekirin bû cihê nerazîbûn partiyên opozîsyonê. CHP reşnivîsê wek ceribandina guhertina rejîma rêvebirinê dinirxîne.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel got: "Sererastkirina tayînkirina şaredaran ceribandina rêvebirina bê hilbijartine. Reşnivîseke gelekî metirsîdar e û dûrî demokrasiyê ye.

Partiya herî zêde li hemberî reşnivîsê derdikeve û di armanca reşnivîsê de ye Partiya Demokratîk ya Gelan HDP ye. HDP reşnivîsê wek pratika darbeyê dinirxîne.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Koma HDPê Idrîs Baluken dibêje: "Beriya niha ji bo Medya, Akedemiyan û sektorên taybet qeyûn tayînkirin. Niha jî dixwazin vê helwesta darbekerî ji bo şaredariyan jî têxin pratîkê. Ne mimkûne ku ev yek were qebûlkirin."

Li aliyê din jî, MHP di wê baweriyê de ye ku, di bûyerên dawî de piştgiriya terorê hatiye kirin û ji lewra ewê piştgiriyê bidin yaseyê. HDP û CHPe bi biryar in ku, piştî reşnivîs bibe yase ew serî li saziyên hiqûqî bidin û tekoşîneke demokratîk li hemberî wê bidin destpêkirin. Herwiha CHPê ragihand ku, yase betal bibe ewê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.