Metirsiya DAIŞê çalakiyên Fransayê li Tirkiyê rawestand

Ji ber metirsiya ewlehiyê Fransayê çalakî û pîrozbahiyên ji bo roja netewî ya Fransayê, li Tirkiyê betal kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/35b68179-b67f-491d-a35c-5015f59da523/KunsulxaneyFrance.ism/manifest

K24 – Stenbol

Ji ber metirsiya ewlehiyê Fransayê çalakî û pîrozbahiyên ji bo roja netewî ya Fransayê, li Tirkiyê betal kir.

Betalkirina van pîrozbahiyan di malpera konsolxaneya Fransayê ya Stenbolê de hat ragihandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin  pîrozbahiyên 13 Tîrmehê li Stenbolê û 14ê Tîrmehê li Enqere û Îzmîrê hatine betal kirin.

Li ser sedema  betalkirina van pîrozhîyan jî hat ragihandin ku, ev biryar ji ber metirsiya ewlehiyê hatiye sitandin.

Herwiha hat ragihandin jî, kunsulxayên Fransayê li Stenbol û Enqerê jî heta bîryarek nû hatine girtin. Ev daxuyanî deriyê kunsulxaneyê ve jî hat hilawistin. Piştî vê daxuyaniyê li derdora kunsulxaneyên Fransayê ewlehî hat zêde kirin.

Kunsula Fransayê ya Stenbolê Murîel Domenach dîyar kir ku ew li gel rayedarên Tirkiyê danûstandinê dikin û li gel Tirkiyê ev biryar hatiye sitandin.

Alikarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî li ser vê mijarê diyar kir ku, Fransayê bi xwe xwestiyê kunsulxaneyên xwe bigire û got: ''Komara Tirkiyê bi amadebaşiya parastina kunsulxaneyan de ye. Herwiha ji bo parastina kesayetiyan kunsulxaneyan jî xebat têne kirin.”

Tê ragihandin ev biryar ji ber egera êrîşeka DAIŞê li ser kunsulxaneyan hatiye sitandin.

Di neha Hezîrana de jî Almanyayê bi daxuyaniyekê kunsulxaneyên xwe li Enqere û Stenbolê girtîbû û piştre li firokxaneya Ataturkê ya Stenbolê êrîşa xwekujî yak u bûbû sedema mirina 45 kesan, qewimî.