Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa Fransayê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî piştevaniya Fransayê dike

K24-Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrişa terorîstî ya Frensayê şermezar dike û piştîvaniya xwe ji bo gel û Hikûmeta Fransa nîşan dide:

Ev jî têksta peyam hikûmetê ye:

Gelek bi tundî vê êrişa terorîstî şermeazar dikîn ku, derengiya şeva borî, gelek welatiyên sivîl li bajarê Nisê ya ku, dikeve Başûrê Fransayê kire aramce, li demekê ku ji bu roja niştîmanî ya Fransayê civiya bûn. Hevxemî û hevsoziya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel kes û karên qurbaniyan, gel û rêveberiya Fransa xuya dikîn û bi hemû awayakê piştîvaniya wan in.

Vê êrişa terorîstê careka din nîşnada ku civaka navdewletî li pêşberî metrisî û erkekê mezin daye ji bo berhingarbûn û nehêlan û ji nav birina terorê, ku li her dem û li her cihekê bikare destê reşê xwe diveşîne.

Dubar rûdana kiryarên terorîstî li Fransa û welatên cîhanê, careka din vê rastiyê nîşan dide ku divê civaka navdewletî alîkarî û hemahengî û hewlên xwe zêdetir bike, ji bo vê yekê bikare bi ser terorê bi ser bikeve û cîhan û mirovahî ji metirsiyên teror û terorîstan biparêze.

Dubare behî û sersaxiya kes û karên qurbaniyan û gel û rayedarên Fransayê dikin û hev xem û piştîvanê wan in.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

15-7-2016