Fransa 3ê roj şîn ragehand

Di encama êrîşê de 84 kes hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Fransayê ji bo qurbaniyên êrîşa bajarê Nîsê, ku di encamê de 84 welatiyên sivîl hatin kuştin, 3 rojan şîn ragihand.

Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls piştî ji civîna Meclîsa Parastinê ya li Qesra Elysee, derket, daxuyanyek da, tê de ragehand ku, welatê wê ji bo qurbaniyên êrişa bajarê Nîsê, 3 rojan şînê bigire.

Çavkaniyeke hêzên ewlehiyê yên Fransî diyar kir ku kesê ev êriş kiriye Fransî ye lê li Tûnisê jidayîk bûye. Ev kes ne di lîsteya çavdêriyê ya hêzên Fransî de bû, lê bi kiryarên xwe yên wekî dizî û tundiyê dihat naskirin.