Li Tirkiyê derbeya leşkerî
K24-Navenda Nûçeyan
Derengiya şeva borî li Tirkiyê Artêşa wî welatî bi kodetayekê rabûn û di beyanameyekê de bi navê Artêşa Tirkiyê tekez kirin ku, Encûmena aştiyê welat bi rêve dibe û rewşa awarte ragehandin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim ragehand ku, rewşa Tirkiyê di bin kontirola wan de ye û ew kodetaya ku, ji aliyê Fethulah Golen çêbû bi ser neket.
Serokomarê Tirkiyê jî bi rêya Skybê bang li welatiyan kir ku, derkevin cadeyan û bi xwepêşandanan bikin, herwiha di gotarekî xwe de di nav cemawerek alîgirên xwe da zanîn ku, hawla kodetayê têkçû û ew kiryar bi karekî li dijî demokratiyê binav kir.
Erdogan da zanî ku, ew dê dest bi qonaxeke nû bikin û aşkere kir û serokatiya tirkiyê desthilatdariyê bi rêve dibe.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Dad a Tirkiyê ragehand ku ji destpêka kodetayê heta niha 754 leşker hatine girtin.
Rewşa heta niha jî aloze.