Kodateya Tirkiyê çawa dest pê kir

Hêzên leşkerî yên Tirkyê, şeva borî xwastin dest danin ser rêvebiriya wî welatî. Di vê çarçoveyê de leşker bi tankan derketin kolanan û firoke jî li esmanan hatin bikaranîn, Parlementoya Tirkiyê jî hate bomebebarankirin. Di encamê de dehan kes canê xwe jidest dan û sedan kes jî birîndar bûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f10c9b65-3823-4ca5-811e-ed5d9b4888c1/DerbeyaLeskeriTirkiye.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên leşkerî yên Tirkyê, şeva borî xwastin dest danin ser rêvebiriya wî welatî. Di vê çarçoveyê de leşker bi tankan derketin kolanan û firoke jî li esmanan hatin bikaranîn,  Parlementoya Tirkiyê jî hate bomebebarankirin. Di encamê de dehan kes canê xwe jidest dan û sedan kes jî birîndar bûn.

Tirkiyê duh şeveka dîrokî derbas kir. Hêzên Leşkerî yên Tirkiyê hewl dan dest danin li ser rêvebiriya wî welatî. Di destpêkê de demijmêr piştî 22.00 li bajarê Stenbolê li ser riya TEMê di bin çavên matmayî de dehan tank hatin dîtin û pira Bogazîçîyê ji aliyê hêzên leşkerî ve hate girtin. Hejmarek tankên dî jî ber bi firokxaneya Atatûrkê ya Stenbolê birê ketin. Di demên polîsên ku li  derûdora mala Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bergiriyên ewlekariyê distandin komek leşker jî avahiya polîsan a li navçeya Bayrampaşayê dorpêç dikir. Edî leşker derketibûn kolanan û hewl didan dest danin li ser rêveberiya Tirkiyeyê.  Di nîvê şevê de nişan dida ji televîzyona fermî ya dewletê TRTê belavoka derbekeran hate xwendin.

Piştî weşana TRTê Serokomarê Tirkiyê tevlî weşana CNN TURKê bû û bûyerên şevê wekî serhildanek binav kir û derbarê leşkerên serhildêr de jî rêxistina paralel ango Cemaata Fetullah Gûlen sûncdar kir. Lêbelê Fetullah Gûlen di heman demjimêrê de bi riya Financial Timesê hewla darbeyê şermezar kir û da zanîn ku ew alîgirê demokrasiyê ye.

Erdogan herwiha bang li welatiyan kir ku, derbikevin kolanan û xwedî li viyana xwe derbikevin. Welatî guh dan banga Erdogan û li gelek bajarên Tirkiyeyê derketin qadan, lêbelê li Enqereyê firoke li ser welatiyan reşandin.

Demjimêr 02:00 de Serokomar Erdogan li navçeya Marmarîsê Otela ku lê dima, dîsa derket li pêşberî kamerayan û got komeka piçûk a nav hêzên leşkerî de li dijî viyana netewî serî hildane û dubare bang li welatiyan kir ku, bila derbikevin kolanan û xwedî li demokrasiyê derbikevin.

Piştre TRT careke dî weşan kir. Lê vê carê bêjera TRTê digot leşkeran bi zorê belavok li wê dane xwendin.

Şev dirêj bû Serokomar Erdogan piştî ji Marmarîsê vegeriya li firokxaneya Atatûrkê sêyemîn car daxuyanî da.

Dema ku Erdogan wiha digot, ji alikî dî ve Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî bi riya televîzyonên Tirkiyê radigihand ku, wan fermana xistina firokeyan daye. Lewra de navbera van daxuyaniyan de Parlementoya Tirkiyê jî hatibû bombebarankirin. Herwiha li kolanan di navbera polîs û leşkeran de jî şerek dijwar hebû û welatiyên ku bi armanca piştgiriya bo Erdogan nişan bidinm derketibûn qadan.

Piştî şeveka aloz û dirêj Serokomar Erdogan çaremîn car daxuyanî da. Lê vê carê bi şêweyek jixwebawer diyar dikir, ku wan konrtol xistiye destê xwe peyamên aramiyê dida.

Di encama bîlançoya hewldana darbeya leşkerî de heta niha ji 60î zêdetir kes canê xwe ji dest dan û sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha Nêzikê 800 endamên hêzên leşkerî hatin desteserkirin û dehan leşkerên pilebilind ji kar hatin dûrxistin.