Li Enqerê dikan û malên penaberên Sûrî şewitandin

Li Enqerê grûpek ji welatiyên Tirkiyê êrîşî dikanên penaberên Sûriyê kirin û dikanên wan şikandin û şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Enqerê grûpek ji welatiyên Tirkiyê êrîşî dikanên penaberên Sûriyê kirin û dikanên wan şikandin û şewitandin.

Li gor rojnameya “Millyet” ya Tirkiyê belav kiriye, ku li Enqerê li taxa Onder Ulubay ya ku gelek penaberên Sûrî lê dimînin, grûpeke ji welatiyên Tirkiyê êrîşî dikanên penaberên Sûrî kirin û dikanên wan şikandin û şewitandin.

Li gor rojnameyê, ku ji berî hefteyekê de nakokî di navbera welatiyên Tirk û penaberên Sûrî de çê bûbû, lê ew grûpa êrîşker di rewşa qerebalix a hewla kudetaya leşkerî de êrîşî dikanên penaberên Sûrî kirin.

Herwiha li ser tûra pêwendiyên civakî hat belavkirin ku, dora 50 dikan û mal li navçeya Onder Ulubay ya Enqerê û li bajarê Konyayê hatin şewitandin, herwiha 9 penaberên Sûrî jî bi kêran birîndar bûn.

Li Tirkiyê û bi taybetî li Enqere û Stanbolê, roja 15 Tîrmehê hewla kudetaya leşkerî hate kirin, vê yekê jî rewşeke ji qerebalix û ne aramiyê çê kir. Grûpeke welatiyên Tirkiyê jî ev yek wek derfetekê dîtin ku êrîşî penaberên Sûrî bikin.