Du leşkerên Îsraîl li Colana Sûriyê hatin kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Israîlê ragehand ku, li bilindahiyên Colana Sûriyê ya ku, ji aliyê wî welatî kontirolkiriye, du leşkerên wan di encama teqîna bombeyekê ku, di destê yek ji wan leşkeran de bûhatin kuştin û 3ê yên din birîndar bûn.
Derbarê vê yekê medyayên ser hikûmeta Israîlê ve ragehandin ku, şeva borî li bilindahiyên Colana Sûriyê ya ku, ji aliyê wî welatî kontirolkiriye, du leşkerên wan di encama teqîna bombeyekê hatin kuştin û 3ê kesên din jî din birîndar bûn.
Berî niha jî Artêşa Israîlê ragehandibû ku, wan du muşek ji corê Patiryok avêtibûn firokeykê ku, ji aliyê Sûriyê ve hatibû û li esmanê Israyîlê li ser bilindahiyên Colanê digeriya.
Ji aliyê xwe rojnameya Mearîfa a Israyîlî da zanîn ku, ew operasyon bi ser neket û firoke nehate dîtin.