Çavuşoglu bi 37 wezîrên welatan re pêwendî kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hewldana kudetaya leşkerî ya 15 Tûrmehê, dîplomasiya kudetaya leşkerî kir û bi wezîrên 37 welatan re mijara hewldana leşkerî axivî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hewldana kudetaya leşkerî ya 15 Tûrmehê, dîplomasiya kudetaya leşkerî kir û bi wezîrên 37 welatan re mijara hewldana leşkerî axivî.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên dîplomatîkî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di nava du rojên dawî de bi wezîrên 37 welatên cihanê, Wezîrê Rewşa Awarte yê Azerbeycanê Kemaleddin Haydarov, Konseya Ewropa, NATO, Rêxistina Hevkariya Îslamî jî di nav de bi gelek sazî û sekreterên navneteweyî re axivî.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Avustralya Julie Bishop, wezîrê Slovenya Karl Erjavec, yê Spanyayê Manuel Garcia-Margallo şeve din li Çavuşoglu geriyan û piştgirî dane hikûmeta ku bi rêyên demokratîk hatiye hilbijartin. Wezîran di axaftina xwe ya digel Çavuşoglu de hevahengî û piştgiriya nîşanî Tirkiyê dan.