Rûsya dest bi veguheztina welatiyên xwe ji Tirkiyê kir

Di 15ê Tîrmehê de hawla kudeta li Tirkiyê hate kirin, lê piştî çend saetan têkçû

K24-Navenda Nûçeyan

Kompaniya Frîna Rûsyayê bi armanca parastina wan û piştî têkçûna kudetata li Tirkiyê dest bi veguheztina welatiyên Rûsyayê ji wî welatî kir.

Derbarê vê mijarê kompaniya firîna Rûsyayê li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, biryare îro, firokeyên wan 364 welatiyên Rûsî yên ku, di rojên 16, 17 û 18e nekarîn ji wî welatî vegrin ji Entalya bo Rûsyayê werein veguheztin.

Di 9ê vê mehê de û piştî başbûna pêwendiyê Rûsya ligel tirkiyê Rûsya dest bi geştên xwe yên esmanî bo wî welatî kirbûn, lê piştî hewla kudetayê ew geşt hatin rawestandin.

Ji aliyê xwe Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan di pêwendiyeke telefonî de ji Serokê Rûsyayê re tekez kirbû ku, ew dê jiyana welatiyên Rûsyayê biparêze.

Di 15ê Tîrmehê de hawla kudeta li Tirkiyê hate kirin, lê piştî çend saetan têkçû.