Li Enqere êrîş li polîsan hate kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Enqere, paytexta Tirkiyê êriş li polîsan hat kirin, kesekî cane xwe ji dest da 2 kes jî birindar bûn
Li Enqerê ser rêya Çankirî, efserekî pilebind bi demançeyê êriş li komek polîsan kir û di encamê de polîsek birîndar bûn. Efserê êrişkar piştre ajokarê otombêlek kuşt û bi otombêlê ji cihê bûyerê dûr ket.
Piştî demek kurt efserê êrişkar ji hêla polîsan ve birîndar hat destgîrkirin.
Parêzgariya Enqerê, derbarê bûyerê de da xuyakirin, efserek ku kêşeyên xwe yên derûnî hebûn ajokarê otombêlek kuştiye û piştre hatiye girtin.