Bi vîdyo êrişa liser Koşka Serokomariya Tirkiyê

Kesên ku wek tawanbar tên nîşandayîn, piştî çend demjimêran bê tawan dibin, carinan jî berevajî derdikeve.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Dîmenên nû yên kamereya çavdêriyê ji gelek aliyan ve dora Koşka Serokomariya Tirkiyê kişandiye hatin belavkirin. Di dîmenan êrişê derbekaran li ser Koşkê û derdora Koşkê diyar dibe.

Dîmenên nû yên kamereyayên çavdêriyê çawayiya êrişa derbekaran nîşan dide.

 Derbekaran, hemberî Koşka Serokomariyê bi çekên giran êriş kirin. Koşk ji hêla helîkopterên Kobra, F-16 hat bombebarankirin.

Di êrişê de ji gelê sivîl jî gelek kesan zirarên mezin dîtin.

Armanca sereke ya derbekaran destxistina Koşka Serokomariyê bû. Lê hêzên ewlekariyê yên wê derê ber xwe dan û nehîştin bi rêya tankan serbaz bigihên wê derê.

Ser vê bi balefirên şer êriş li Koşka Serokomariyê tê kirin.

Li Gorî daneyên fermî di vê derbeyê 10 hezar serbaz û nêzîkî 5 hezar polîsan cih girtiye.

Bi dehan balefirên şer û bi tank hatin bikaranîn.

Ji tankan yekser êrişên ser gel û bombebarankirina derdora koşkê diyar dibe.

Nêzîkî du demjimêran, Tirkiye şokek mezin derbas kir.Niha binçavkirin û girtina berpirsên derbeyê destpê kir.Lê hê jî agahiyên zelal nînin.

Kesên ku wek tawanbar tên nîşandayîn, piştî çend demjimêran bê tawan dibin, carinan jî berevajî derdikeve.

Ya rastî. Tirkiye şokek mezin derbas kir. Dest bi girtina bi hezarana kesan hatiye kirin.

Alozî û tevlihevî berdewam dike