Karsazên Êlihê li dijî kudetayê derketin

Li Êlihê piştî hewildana darbeyê digelek sazîyên dewletê de li dijî kesên ku tê îdiakirin endamên rêxistina Fettullah Gulen in, operasyon hatin destpêkirin. Di van operasyonan de heta niha Cîgirê Waliyê Êlihê,7 eşkerên pile bilind û 128 polîs hatine bin çavkirin
kurdistan24.net

K24-Êlih

Digelavakirina komara Tirkiyêheya îro jî ber rewş û rêvebirinaTirkiyê nebaşe du caran darbeya leşkerî pêkhatibû. Di15 Tîrmeha 2016an de jî biheman armancê hawla derbayê bi destê komek leşkeran ve hate kirin lê belê hewla darbeyê biser neket. Herwiha nerazî bûnên lihemberî darbeyê jî berdewam e.

Tîrmehê bi destê komek leşkerên ku tê gotin girêdayî rêxistina FetullahGulel e, li dijî Qesra SerokomarîyaTirkiyê, parlementoyaTirkiyê û saziyên dewletê bi firokeyên şer û tangan êrîşhate kirin. Di vê hewldanê de armanc destdanîna li ser rêveberiyê bû.

Lê belê ev hewldan bi ser neket û li seranserê Tirkiyê gel daket kolanan.Li bajarê Êliha bakurê Kurdistanê jî şeva hewldana darbeyê welatî daketin kolanan û helwesta xwe nîşanî darbekeran dan.Nûnerên saziyên civakî jî ev hewldan bi zimanekî tund şermezar kirin.

Serokê Şaxa MUSÎADê yê Êlihê Suat Ozdemîr wiha got:"Gel li dijî darbeyê derket. Em jî wek MUSÎADÊ roja ewil derketin kolanan. Ne tenê em 81 bajarênTirkiyê vê darbeyê şermezar dike. Heya ku ev taluke berdewam bike em ê li qadan bin."

Karsaz û karmendên bajêr rave dikin ku ew nizanin ev hewla darbeyê ji aliyêkê ve hatiye kirin lê belê dibê jin di hemû darbeyan de gel gelek zirarên mezindibînin û êşên mezin dikşînin.

"Em vê darbeyê şermezar dikin. Em naxwazin ku darbe çê bibin. Ji roja ku hewldana darbeyê çêbûye em wek gelê Êlihê li kolanan e. Em darbê li meydana şermezar dikin.

Li Êlihê piştî hewildana darbeyê digelek sazîyên dewletê de li dijî kesên ku tê îdiakirin endamên rêxistina Fettullah Gulen in, operasyon hatin destpêkirin. Di van operasyonan de heta niha Cîgirê Waliyê Êlihê,7 eşkerên pile bilind û 128 polîs hatine bin çavkirin.