Di hefteyekê de 8 hezar koçber hatine Efrînê

Li gor amarên asayişa Efrînê, bêhtir ji 8 hezar koçber di hefteyekê de derbasî Efrînê bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor amarên asayişa Efrînê, bêhtir ji 8 hezar koçber di hefteyekê de derbasî Efrînê bûne.

Li gor asayişa Efrînê, ku ji 12 Tîrmehê ve, xelkên ji deverên şer direvin, ber bi Efrînê hatine. Heta îro bêhtir ji 8 hezar kes derbasî Efrînê bûne.

Asayişê ragihandin jî, piraniya welatiyan ji deverên Şehba ya Helebê, Reqa ku hin welatiyên Iraqê jî di nava wan de hene, li Efrîn, devera Şêrewa, kampa Robar û kampa Şehba hatine bicihkirin.

Ji ber tundiya şer û peçûnan li parêzgehên Heleb û Reqayê, tevgera koçberiyê berve Efrînê ji 25 Gulanê de dest pê kiriye, ku li gor Rêveberiya Xweser bi dehan hezaran koçber gihêştine Efrînê.