Leşkerekî Rûsî li Helebê hat kuştin

Di 8ê vê mehê de jî Rûsyayê kuştina du leşkerên xwe li bajarê Tedmûrê ragehandibû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragehand ku leşkerê wê yê bi navê Nîkîta Şîvtîşîngo li bajarî Helebê ji encama teqîna bombeyekê ku li ser rê hatibû çandin hat kuştin.

Derbarî vê mijarê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de kuştina leşkerekî xwe di encama teqîna bombeyeke çandî li bajarê Helebê ragehand. Da zanîn ku pizîşkan ji ber birîna wî ya giran nekarîn wî ji mirinê rizgar bikin.

Wezaretê da zanîn ku, ew leşker ligel çend leşkerên din bi karwanekî navenda Rûsî bo cîbecîkirina agirbestê hate kuştin.

Di 8ê vê mehê de jî Wezareta Bergirî yê Rûsyayê kuştina du leşkerên xwe li bajarê Tedmûrê yê dîrokî di encama xistina firokeyekî ji corê M25 ji aliyê DAIŞê ve aşkere kirbû.