Biraziyê Fetullah Gulen hate girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li İzmîrê di encama operasyona binçavkirin û serdegirtinan de biraziyê Fethûllah Gulen berpirsê dibistan û dersxaneyên rêkxisitna Gulen ê Tirkiyê Muhamed Seîd Gulen ligel 32 kesan hate binçavkirin.
Li İzmîrê di hêzên ewlkariya Tirkiyê bi 500 polîsan operasyonek berfireh encamdan û di heman demê de avêtin li ser 73 navnîşanan. Di encama operasyonê de biraziyê Fethûllah Gulen berpirsê dibistan û dersxaneyên rêkxisitna Gulen ê Tirkiyê Muhamed Seîd Gulen (49 salî) ligel 32 kesan hate binçavkirin.
Her wiha gelek dokomenter û belgeyên cûmaeta Gulen jî hatin desteser kirin. Piştre Muhamed Seîd Gulen û 32 kesên din ji bo dadgehê hatin veguhestin.
Bi biryara dadger birazayê Gulen Muhamed Seîd Gulen û 14 kesên din hatin girtin û sewqî girtîgehê bûn. 17 girtiyên din jî bi şert hatin azad kirin